Bi amdebûna Mesrûr Barzanî 13 mîn Pîşangeha Nêvdewletî ya Bazirganîyê li Hewlêrê hat vekirin
Bi amadebûna Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê 13mîn Pîşnageha Nêvdewletîya Bazirganîyê li bajarê Hewlêrê hat vekirin ku têde 300 kompanîya ji 24 welatên cuda pişikdarî têde kirine.
K24- Hewlêr
Bi amadebûna Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê 13mîn Pîşnageha Nêvdewletîya Bazirganîyê li bajarê Hewlêrê hat vekirin ku têde 300 kompanîya ji 24 welatên cuda pişikdarî têde kirine.
Di rêresmên vekirina pîşangehê de, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê got: Wek hikumet sanahîyê bo karê weberhînerên bîyanî dikîn û ewa di şîyana me de hebe kêmasîyê nakîn.
Mesrûr Barzanî ragehand jî: Her sanahîkirinek di şîyana me de hebe bo weberhêneran û bazirgan em dê bikîn û hewil didîn li piroseya bikarxistina kompanîyayan li Herêma Kurdistanê hevkarên wan bîn.
Mesrûr Barzanî, hêvî xwazt: Ev pîşangeh bibe sedemek daku Herêma Kurdistanê zêdetir li gel cîhan û deverê û Kurdistan bibe bingeheke giringa bazirganîyê.