Givaşên nêvdewletî jî bo ji hev nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê dest pêkirin e
Ji bilî hewlên Hewlêr û Bexdayê di çaroveya gotûbêj û kombûnên cuda de bo çareserkirina arîşeyên di navbera herdû alîyan de, niha li ser asta nêvdewletî jî givaş destpêkirin e bo ji hev nêzîkbûna herdû alîyan.
K24- Hewlêr
Ji bilî hewlên Hewlêr û Bexdayê di çaroveya gotûbêj û kombûnên cuda de bo çareserkirina arîşeyên di navbera herdû alîyan de, niha li ser asta nêvdewletî jî givaş destpêkirin e bo ji hev nêzîkbûna herdû alîyan.
Li ser ev yekê, Mêcer Ceneral Cîrald Stîkland, fermandeyê oprasyonên hevpişik ên hêzên hevpeymanan li Îraq û Suriyê, tekez dike ku pêwîste li deverên cênakok hevahengîya berdewam di navbera Pêşmerge û supayê Îraqê de hebe.
Navhatî di hevpeyvîneke taybet de bo Kurdistan24ê dibêje: Ez nwênerînîya Hevpeymanîya nêvdewletî dikim ku ji 76 welatan pêkhatîye û armanca wan ji navbirina Daişê ye. Daiş li wan deverên nakokî li ser hene çalake û bi bizave û dikeve ser sinûrê niha ya Herêma Kurdistanê, lew giringe di navbera Pêşmerge û supayê Îraqê de hevahengî û peywendîyên baş hebin daku ew deverên hanê parêztî bin.
Amaje bi wê yekê jî dide: Em hevkarîya hêzên fermî yên Îraqê dikîn, di nav wan jî de Hêza Pêşmerge ye. Kar dikîn bo meşiqkirin û rahînana wan û pir çek kirina wan. Raste ew serkevtî bûn beranber bi Daişê lê hêj wan gelek kar maye.
Hevdem Con Wîliks, Balyozê Berîtanîya li Îraqê, daxwaza rêkkevtinê ji Hewlêr û Bexdayê dike û derbarê budceyê jî dibêje: Me rêkkevtin li ser pirsa budceyê divêt, pêwîste pêşdem herdû alî rêk bikevin. Ev yek bo abûrîya Îraqê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî gelek giringe. Eger yasayeke razîker bo hemû alîyan nehêt pesindkirin pêşkevtin û karên kompanîya yên derekî berdewam nabin. Em haydarê tevaya nakokîyanîn, lê di dawîyê de pêwîste herdû alî bi xwe rêk bikevin û nabe em destwerdanê bikîn.
Berê jî Neteweyên Hevgirtî di gotûbêjên pêwîst bi asayîkirina Kerkûkê, hemû alî li Bexdayê kom kirin, çaverê dihêt kirin di dema dahatî de encamên pişkek ji wan gotûbêjan derkeve.