Bi belgeh.. Îran dû dîplomatkarên Îraqî desteser dike û wan eşkence dide
Hêzên ewlekarîyên Îranê dû karmendên ser bi wezareta derveya Îraqê ku bi erkeke fermî li Îranê ne li bajarê Meşhed hatin girtin.
K24- Hewlêr
Hêzên ewlekarîyên Îranê dû karmendên ser bi wezareta derveya Îraqê ku bi erkeke fermî li Îranê ne li bajarê Meşhed hatin girtin.
Li gor belgehnameyên fermî ku konsulxaneya Îraqê li Meşhedê arasteya nivîsngeha Mehemed Elî Hekîm, wezîrê derveyê Îraqê kirîye, hêzên ewlekarîya Îranê dû karmendên wan li ser şeqamê girtine, herçende van dû karmendan parêzbendîya dîplomasî li wî welatî hene, lê hatîne eşkencedan.
Di nivîsara konsilxaneya Îraqê de hatîye, ser wê yekê ku herdû karmend bo şevekê xistîne di zîndanê de û dûv re hatîne şandin bo dadgehê û beranber bi azadkirina wan ji zîndanê daxwaza kefaletê kirîne.
.jpg)
Di ev sal de , ev çend carin karên weha li Îranê beranber bi Îraqîyan dihên encamdan. Dawîn car jî li 18yê Tebax a ev sal bû , dema efsereke Îranî li firokexaneya meûhedê afreteke Îraqî ku xelkê bajarê Necefê bû, di temenê pêncî salan de bû eşkence da û ew bûye di torên civakî de karvedanên tund bi dûv xwe re anîn.
