Hewlêr û Bexda ji rêkkevtinê nêzîk in
Endameka Komîteya Wize û Samanên Suriştî di perlemana Îraqê de aşkera dike, ji hev nêzîkbûn heye di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbarê derxistina yasaya petrol û gazê ji perlemana Îraqê. Derxistina yasa ya petrol û gazê li salîn 2007 û 2011yê ve hewil bo hate dan, lê wan hewlan şikest anîn. Di demekê de ku derxistina wê yasayê dawîyê bi arîşeyên herdû alîyan dihîne derbarê pirsa petrolê.
K24- Hewlêr

Heya yasa ya Petrol û Gazê nederkeve, her sal arîşe li ser dosê ya petrolê di navbera Hewlêr û Bxdayê de ser hel dide, lew derçûn wê yasayê dawîyê bi wan arîşeyan dihîne. Endameke perlemana Îraqê jî sedemên bayexnedanê bi wê piroje yasayê nîşan dide.
Li gor maddeya 111 û 112 ya destûra Îraqê, Herêma Kurdistanê dikare petrolê berhem bihîne, lê nekare bifiroşe. Perlemana Kurdistanê jî li gor yasayê firoştina petrolê ji alîyê hikumeta Herêma Kurdistanê kire yasa. Endameke komîteya wize û gazê di perlemana Kurdistanê de dibêje: Nêzîkbûn di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye bo derxistina yasaya petrol û gazê.
Heftîya buhirî, herdû komîteyên taybet bi petrol û gazê li perlemana Kurdistan û Îraqê kom bûn, biryare jî li rojêên dahatî komîteya petrol û gazê ji perleman Îraqê seredana Hewlêrê bikin daku li ser çareserkirina wê pirsê dirêjîyê bidin gotûbêjan.