Wezîrê Dad a Herêma Kurdistanê sikalayekê dijî Helbûsî tomar dike

Bi armanca redkirina yasa ya hejmare 14 ya sala 2019yê ( ysaya hevwarkirina yekema yasaya helbijartina Civata wan parêzgehên di nav parêzgeh û qezyên di nav herêmekê de nehatîne rêkxistin), ku hejmare 12 ya sala 2018 ye. Ferset Ehmed, wezîrê Dada Herêma Kurdistanê, sikalayeke yasayî arasteya serok û endamên Dadgeha Bala ya Fedralîya Îraqê kirîye û têde sikala dijî serokê Civata Nwênerên Îraqê tomar kirîye.

K24- Hewlêr

Wezîrê Dad, sikala li roja 24/9/2019yê bi rêya wekîlê xwe yê hiquqî şandîye Daddgeha Bala ya Ferdralî li Bexdayê. Têde amaje bi wê yekê kirîye  ku ew hevwarkirin valaye çunku serokê civata nwênerên Îraqê yasaya hejmare 14 ya sala 2019yê danaye ku ew yasa hevdije li gel hukmên destûr û binemayên helbijartina giştî û binemayên demokratî û ew mafên bingehî yên di destûrê de hatîne. Ev yek jî yasaya hevwarkirina hejamre 14yê sala 2019yê vala dike û behêştina wê dibe kareke pêwîst li gor hukmên maddeya 12ya destûrî.

Li ber ronahîya evê maddeya destûrî, wezîrê dad a Herêma Kurdistanê, di 8 xalan de belgehên nadestûrîbûn û nayasayîbûna ewê yasay hevwarkirinê pêşkeş kirîye.