Termê şehîdekî piştî 33 salan li Germiyanê hat dîtin

Termê ciwanekî devera Germiyanê hat dîtin ku berî 33 salan ji aliyê rêjîma Beis a jinavçûyî ve hatibû şehîdkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Termê ciwanekî devera Germiyanê hat dîtin ku berî 33 salan ji aliyê rêjîma Beis a jinavçûyî ve hatibû şehîdkirin.

Rêvebertiya Giştî ya Dezgeha Mîn di daxuyaniyekê de ragihand, bi hevkariya Rêvebertiya Giştî ya Karûbarên Mîn li Germiyanê, îro termê ciwanekî bajarokê Kifrî ku ji aliyê rêjîma Beis ve hatibû şehîdkirin, hat dîtin.

Diyar kir jî, ew kes bi navê Dawûd Semed Fercî ye, kurê malbateke Pêşmerge bû û di temenê 14 saliyê de hatiye şehîdkirin.

Da zanîn jî, Artêşa Iraqê roja 18. 10. 1986an termê wî di tabûteke hesenî de cihekî leşkerî binav kiribû.

Malbata wî şehîdî ji dema raperîna sala 1991an ve li kurê xwe digeriyan.

Rêjîma Beis a Iraqê ya têkçûyî bi serokatiya Sedam Husên ji sala 1986an de dest bi proseya Enfalê kir û êrîşî ser bajar û navçeyên Kurdistanê kir û di wê proseyê de operasyonên bijayî, topbaran û bombebarankirin, koçkirin, kîmyabaran û bi zindî xistina di gorên bikomî de kirin û di encamê de 182 hezar Kurd hatin şehîd û enfalkirin û 4 hezar û 500 gund hatin wêrankirin.

 

S. B