141 kes ji kampa Holê derketin

Hilmeta derketina malbatên koçber ji kampa Holê ya Hesekê berdewam e û ta niha bi sedan kes jê derketine û vegeriyane malên xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hilmeta derketina malbatên koçber ji kampa Holê ya Hesekê berdewam e û ta niha bi sedan kes jê derketine û vegeriyane malên xwe.

Medya ser bi Rêveberiya Xweser ve ragihand, di çarçova operasyona derxistina kesên koçber de 40 malbat ku hejmara wan 141 kes in ji kampa Holê hatin derxistin û vegeriyan malên xwe yên li bakurê rojhilatê Sûriyê.

Amaje bi wê yekê kir jî, piraniya kesên ji kampên derketine, jin, zarok û kesên temenê wan mezin in.

Kampa Holê li başûrê rojhilatê bajarê Hesekê ye. Hejmara xelkên wê zêdetir 70 hezar kesan e, penaberên Îraqî û awareyên Sûriyê û malbatên DAIŞê yên di dema dawî de ji Baxozê derketibûn lê bich dibin.

Berî demekê û di 3 Tîrmeha bûrî de karwana yekem ji kampê derketibû, ku hejmara wan 217 malbat bûn.

Li gor amarên Rêveberiya Kampa Holê aşkere kirine, heta niha 1313 kes ji kampê derketine.

Ev yek di demekê de ye, hat zanîn duhî li kampa Holê şer di navbera jinên çekdarên DAIŞê yên li kampê dimînin de derketibû û dengê teqeyan jî li nava kampê hatibû bihîstin.

Li gor zanyariyan jî, berî du rojan du jinên li kampa Holê hewl dabû penabereke Iraqî bikujin, lê plana wan neçû serî û ew her du jin ji aliyê asayişê ve hatin desteserkirin.

 

S. B