Li Bexdayê 3 xwepêşander hatin kuştin

Li Bexdayê xwepêşandaneke nerazîbûnê li dijî Hikûmeta Iraqê destpê kiriye û ta niha 3 kes di xwepêşandinê canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bexdayê xwepêşandaneke nerazîbûnê li dijî Hikûmeta Iraqê destpê kiriye û ta niha 3 kes di xwepêşandinê canê xwe jidest dane.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanî, îro piştî nîvro li Meydana Tehrîr a Bexdayê xwepêşandaneke nerazîbûnê li dijî hikûmetê destpê kir û bi sedema destêwerdana hêzên ewlehiyê yên Iraqê ku çek û gaza rondikrêj bikar anîn, 3 kesan canê xwe jidest dan û zêdetirî 60 kesî jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyan, 5 endamên hêzên ewlekariyê jî birîndar bûne.

Daxwazên xwepêşanderan li hember kêmiya xizmetguzariyên giştî daxwaza rûxana Hikûmetê kirin, herwiha beşek ji wan jî piştevaniya xwe bo Ferîq Rukin Ebdulwehab Sayîd nîşan dan, ku berî çend rojan ji Wezareta Bergîriyê ya Iraqê hatibû veguhestin.

Hêzên ewlekariyê rênimayên ewlekariyê girtine ber û hemû riyên diçin Meydana Tehrîrê girtine û rê nadin kesek bigihe wê meydanê.

 

S. B