Erdogan: Ji nişka ve plana xwe li rojhilatê Firatê bicih dikin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, êdî sebra wan nemaye û dibe şevekê ji nişka ve planên xwe cîbicî bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, êdî sebra wan nemaye û dibe şevekê ji nişka ve planên xwe cîbicî bikin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got: “Mixabin li ser rojhelatê Firatê em bi hevpeymanên xwe re em ne gihîştin tu encamê. Êdî Tirkiye nikare rojekê jî wenda bike. ji bilî çêkirina rêya xwe, tu çare li pêş me nemaye.”
Erdogan diyar kir, Minbic jî di nav de, ji çemê Firatê heta sînorê Iraqê, bi kûrahiya 30 kîlometreyan ewê herêmeka ewle dirust bikin û yek mîlyon penaberan li deverên niha, yek mîlyon jî li deverên nû bi giştî ewê du mîlyon penaberan li wê derê bicîh bikin.
Serokomarê Tirkiyê tekez dike, “Plan û projeyên me amade ne û di civata Netewên Yekgirtî de me bi serokan re parve kir. Bi piştevaniya civaka navnetewî emê 140 gundan bi serjimêrîya 5 hezar kesî û 50 bajarokan bi serjimêriya 30 hezar kesî ava bikin û bi vê yek mîlyon penaberan li deverên nû bicîh bikin."
Berî çend rojan jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan mohleta 2 hefteyan dabû Amerîkayê, heger ti encamekê ji herêma ewle bidest nexin, dê dest bi bicihkirina pilana xwe bikin.
S. B