Firokeyên Tirkiyê otombîleke PKKê li parêzgeha Duhokê bombebaran kir

Firokeyên şer ên Tirkiyê otombîleke gerîlayên PKKê li nêzîkî bajarokê Mangêşkê li parêzgeha Dihukê aramnc kir û 3 gerîla canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer ên Tirkiyê otombîleke gerîlayên PKKê li nêzîkî bajarokê Mangêşkê li parêzgeha Dihukê aramnc kir û 3 gerîlayan canê xwe jidest dan.

Peyamnêrê K24ê li Duhokê da zanîn, firokeyên şer yên Tirkiyê otombîleke PKKê li gundê Ozmana ya ser bi nahiya Mangêşkê bombebaran kir.

Çend bîneran ji K24ê re dan zanîn, 5 gerîla di nava otombîlê de bûn, 3 gerîle di bombebaranê de canê xwe jidest dan û 2 gerîla jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve, peyamnêrê K24ê li Zaxo her îşev firokeyên şer gundekî ser bi qezaya Zaxo ve jî bombebaran kir û ziyaneke mezin gihande dar û berên gund.

Amaje bi wê yekî jî, nayê zanîn heger ziyanên canî di nava PKKê de çê bûbin yan na.

 

S. B