Nûrî Birîmo: Cara yekem e Kurd di nivîsandina destûra Sûriyê de beşdar dibe

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nûrî Birîmo derbarê pêkanîna Komîta Destûrê û rêjeya Kurd di wê komîtê de ji K24ê re ragihand, avakirina Komîta Destûrê pêngavek ber bi çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê ye.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nûrî Birîmo derbarê pêkanîna Komîta Destûrê û rêjeya Kurd tê de ragihand, avakirina Komîta Destûrê pêngavek ber bi çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê ve ye.

Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Nûrî Birîmo ji K24ê re diyar kir, tevî ku rêjeya Kurd di Komîta Destûrê de kêm e û ne li gor rêjeya Kurd li Sûriyê ye, lê tiştê girîng ew e, Kurd tê de beşdar in. ENKSê karî bi erkê xwe rabe û gelek fakter amade kirin ta Kurd di wê komîtê de beşdar bin.

ENKS bi riyan re beşdarî Komîta Destûrê bûye, yek di riya Itîlafa opozîsyona Sûriyê re, ya duyem jî wek pêkhateyeke sereke ji pêkhateyên Kongreya Riyazê re. Ligel 2 endamên ENKSê, 2 endamên din jî di lîsteya civaka sivîl de hene.

Amaje bi wê yekê jî kir, rêjîma Sûriyê gelek astengî danîne pêş Komîta Destûrê, ku her biyarek biçe serî, divê 113 endamên destûrê li ser erê bikin.

Got jî: Cara yekem e Kurd di nivîsandina destûra Sûriyê de beşdar dibe. Herwiha cara yekem e jî di destûra Sûriyê de navê Kurd dê were nivîsandin. Ev daxwaz û maf tevî ku ji bo Kurd gelekî kêm in, lê gaveke li pêş e.

Derbarê çespandina mafên Kurd di destûra Sûriyê de, Birîmo got, 50 endamên Komîta Destûrê ji aliyê Netewên Yekgirtî ve hatine danîn, ew jî nûnerên civaka sivîl in û welatên bihêz ên cîhanê li pişt wan e, ew hêz jî her tim tekez dikin, heger çi çareserî li Sûriyê çê bibe, divê mafên pêkhateyên netewî û olî bêne gerentîkirin.

Da zanîn jî, tiştê ENKSê di Itîlafê de û li Cenêv û Riyazê de bidest xistiye, bingehek e ji bo mafên Kurd di Sûriyeya pêşerojê de bê çespandin.

Li ser yekrêziya navmala Kurd de, Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê ragihand, Heger PYD di nava mala Kurdî de ba, dê baştir ba, lê PYDê danûstandin bi rêjîma Sûriyê re kir û xwe ji opozîsyonê bidûr xist.

  

S. B