Sûriyê, Rûsyê û Îran manoreke serbazî ya hevpişik encam didin

Artêşa Sûriyê li gel hêzên Rûsyê û Îranê manoreke serbazî li parêzgeha Dêrazorê encam didin.

K24- Hewlêr

Artêşa  Sûriyê li gel hêzên Rûsyê û Îranê manoreke serbazî li parêzgeha Dêrazorê encam didin.

Rojnameya Weten ya nêzîk ji hikûmeta Sûriyê belav kirîye, ji duhî ve, artêşa Sûriyê li gel hêzên Rûsî û Îranê manorên serbazîyên hevbeş li rojavaya Dêrazorê encam didin, ew manor firandina frokeyan û havêjtna mûşekan li xwe digre.

Ji alîyê xwe ve, Tora Dêrazor24 a nûçeyan, ku nêzîke ji opozisyona Sûriyê, belav kirîye, ev yekem care artêşa Sûriyê li gel hêzên Rûsî û Îranî manorên serbazî li wê parêzgehê encam didin. Dîyar kir jî,  ew manor çend rojan dê berdewam bibe.

Manorên serbazî yên artêşa Sûriyê û hêzên Rûsî û Îranî di demekê de ye, ku Hêzên Suriya Demokrat (HSD) bi piştevanîya hevpeymanîya navdewletî hêzên xwe li rojhlata Dêrazorê zêde dike û li navçeyên dibin kontrola wê de, xwenîşandanan encam dide dijî hebûna hikûmeta Sûriyê û hêzên Îranî li parêzgehê.