Cotyar Adil: Li gor yasaya budceyê, petrol radestê Bexdayê nahêt kirin, lê dahata petrolê dihêt radestkirin

Cotyar Adil, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Peywendî di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewamin û çaverê ya raportên komîteya teknîkî yên di navbera herdû alîyan dikîn. Herweha got: Ji herdû alîyan nîyazpakî heye bo çareserkirina pirsgirêkan. Herweha dabînkirina mûçeyên fermanberan karên herî pêşîna Hikumeta Herêma Kurdistanê ye û fermanberan jî dilnîya dike ji berdewambûna dana mûçeyê.

K24- Hewlêr

Cutyar Adil, gotebêja hikumeta Herêma Kurdistanê, bi Kurdistan 24 ragehand: Ji bilî rûniştin û kombûnan di navbera hikumeta Herêma Kurdistan û hikumeta Bexdayê de, peywendîyên telefon û gotbêj derbarê budce û mûçe û tevaya mijaran hene.

Got jî: Em çaverê rasparteyên komîteyên teknîkî dikîn. Komîte gotbêjan dikin derbarê piroje yasa ya budce, deverên Kurdistanî û Pêşmerge.

Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê xuyakir: Li gor yasaya budce ya Îraqê, petrol radestê Bexdayê nahêt kirin, lê dahata petrolê dihêt radestkirin.

Derbarê mûçeyên fermanberan jî, Cotyar Adil got: Xelkê Kurdistanê diltenah dikîn  ku mûçeyên fermanebera di dema xwe de dihêt dabeşkirin. Hemû hewl û bizava me ewe ku maf û şehnîyê darayî yên xelkê Kurdistanê dabîn bikîn. Herweha me nîyazpakî beranber hikumeta Îraqê nîşan daye, xelkê Kurdistanê jî diltenah dikîn ku sazişê li ser mafên wan nakîn.