Şandeke Perlemana Kurdistanê li gel serokê Perlemana Korya Başûr kom bû

Şandeke Perlemana Kurdistanê li gel Mun Î Sang, serokê Perlemana Korya ya başûr û hejmareke perlemantan kom bûn û behsa kûrkirin û bihêzkirina peywendîyan kirin.

K24- Hewlêr

Şandeke Perlemana Kurdistanê li gel Mun Î Sang, serokê Perlemana Korya ya başûr û hejmareke  perlemantan kom bûn û behsa kûrkirin û bihêzkirina peywendîyan kirin.

 Şandea Perlemana Kurdistanê bi pişikdarîya Hêmin Hewramî , cêgirê seroka Perlemana Kurdistanê û serokê Firakisyona Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) hatibûn banghêştkirin bo Korya ya Başûr û çend pirseke yasayî û abûrî behis kirin.

Hêmin Hewramî, cêgirê seroka Perlemana Kurdistanê di hejmarteya xwe ya taybet de di tora civakî ya Feysbûkê de, derbarê kombûnên şandê li Korya ya Başûr nivîsîye: Di wê rûniştinê de ji bilî pêşkeşkirina supasguzarîyê bo wê mihvandarîyê û banghêşta fermî, me kurtîyek li ser kawdanên Herma Kurdistanê, kar û erkên Perlemana Kurdistanê behs kir.

Di nivîsîna xwe de, Hêmin Hewramî, amaje bi wê yekê da: Me daxwaz ji Perlemana Korya ya Başûr kir zêdetir hikumeta wî welatî han bide daku peywendîyan li gel Kurdistanê kûrtir bike û sermayeguzarîyê li Herêma Kurdistanê bike.

Cuya jî kir, hevahengîya zêdetir di navebera herdû alîyan de û veguhertina ezmûna yasadanan û karên komîteyan tewereke dî ya dîdarê bû.

Cara yekê ye şandeke perlemana Kurdistanê bi banghêşeteke fermî seredana Korya ya Başûr dike.