Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê topbaran dike
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundên Efrînê yên di destê YPGê de ne û derdora bajarokê Til Rifarê topbaran dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundên Efrînê yên di destê YPGê de ne û derdora bajarokê Til Rifarê topbaran dikin.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve gundê Siwarxa ya navçeya Şera û keleha wê topbaran kir, lê ta niha ti zanyarî derbarê ziyanên canî û madî nayên zanîn.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê derdora bajarokên Til Rifat, Dêr Cemal û firokxaneya Minigê yên li rojhilatê Efrînê topbaran û mûşekbaran kirin.
Ji aliyekî din ve, duhî danê berêvarê topek ku ne diyar bû ji kû ve hatiye avêtin, li nêzîkî nexweşxaneya Avrîn ya li nava Efrînê ket û di encamê de 3 welatî birîndar bûbûn.
Dema artêşa Tirkiyê herêma Efrînê di 18ê Adara 2018an de dagîr kiriye, 12 gundên Efrînê yên di sînorê her du bajarokên Şîe Nibul û Zehrayê de ne, di destê YPGê de man û artêşa Tirkiyê derbasî wan gundan nebû. Herwiha hin xalên hêzên rêjîma Sûriyê û navendeke Rûsî jî li wê navçeyê jî hene.
S. B