Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê çend pirsên girîng guftûgo dike

Civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser pirsên qerzê û pabendiyên darayî yên di stûyê hikûmetê û çend pirsên din destpê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser pirsên qerzê û pabendiyên darayî yên di stûyê hikûmetê û çend pirsên din destpê kir.

Jêderekî ji Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji K24ê re ragihand, civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr destpê kir û di civînê de çend babet tên guftûgokirin.

Li gor wî jêderî di civînê de, tekezî li ser parastina belgenameyên fermî ji aliyê fermanberên hikûmetê tê kirin.

Pirsa qerzê û pabendbûnên darayî yên di stûyê Hikûmetê de jî tewereke civînê dibe.

Herwiha pêşniyaza Wezareta Xwendina Bilind a tayînkirina yekemên zanîngehên hikûmî yên sala xwendinê 2015-2016 jî tê guftûgokirin.

  

S. B