Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Îranê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî û şanda pê re kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de û guhartinên li Iraq û navçeyê hatin kirin.

Balyozê Îranê li Iraqê ragihand, em bi geşbînî li Kabîneya Nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dinêrin, ku  pêwendiyên di navbera herêma kurdistanê  Îranê de pêş bixe û amadehiya welatê xwe ji bo her hevkariyekê di wê derbarê de derbirî.

Herwiha herdu aliyan tekezî li ser çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Fedral de li ser binemayên destûr kirin.

 

S. B