Li Kerkûkê jî xwepêşandanan destpê kir
Ew xwepêşandanên ji duhî li bajarên başûr û naverasta Iraqê derketine, îro gihîşt bajarê Kerkûkê jî û bi sedan welatî derketin ser kolanan û li pêş avahiya Parêzgariyê xwe pêşan dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ew xwepêşandanên ji duhî li bajarên başûr û naverasta Iraqê derketine, îro gihîşt bajarê Kerkûkê jî û bi sedan welatî derketin ser kolanan û li pêş avahiya Parêzgariyê xwe pêşan dan.
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, li Kerkûkê xwepêşandanê serî hil hilda û hejmarek mezin ji xelkê derketin ser kolanan û nerazîbûna xwe li dijî xirapiya xizmetguzariyan û nebûna derfetên kar derbirîn.
Peyamnêrê K24ê da zanîn jî, bi sedema xwepêşandanê riyên diçin meydana Parêzgariyê hatin girtin.
Ji duh êvarê ve, bi hezaran kes li bajarên Bexda, Diyale, Kerbela, Wasit, Dîwaniyê, Zîqar û Besrayê li dijî rewşa xizmetguzariyê li Iraqê û nebûna derfetên kar û bilindbûna rêjeya bêkariyê, xwepêşandan tên kirin.
Li piraniya bajaran tundûtûjî û rûbirûbûn di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de derdikeve û ta niha 3 kes hatine kuştin û zêdetir ji 200 kesî jî birîndara bûne.
Îro jî li Bexdayê çalakvanan belav kir, ku di encama guleyeke hêzên ewlekariyê de agir bi otombîlekê ket û zarokek di nava wê otombîlê de şewitî.



S. B