Tirkiye hêza xwe li hember “herêma ewle” zêde dike
Arteşa Tirkiyê hêzên xwe yên li ser sînorê Sûriyê zêde dike û şeva bûrî karwaneke din a leşkerî şande ser sînor.
K24 – Navenda Nûçeyan
Arteşa Tirkiyê hêzên xwe yên li ser sînorê Sûriyê zêde dike û şeva bûrî karwaneke din a leşkerî şande ser sînor.
Tirkiye digel gefên xwe yên li dijî rojhilatê Firatê, hêzên xwe jî ser sînor zêde dike. Di vê çarçoveyê de hejmarek tirêle, otomobîlên serbazî, çek û teqemenî bo bajarokê Kaniya Xezalan a ser sînor birê kirin.
Kaniya Xezalan li beramberî Kobanî û bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ye û gera hevbeş a hêzên Tirkiye û Amerîkayê ji wê derê tê birêvebirin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan berî du rojan careke din gefa operasyonê li dijî rojhilatê Firatê xwaribû û gotibû, Amerîka wan mijûl dike, lê ew dikarin di şevekê ji nişka ve bi ser YPGê de bigirin.
Erdogan got jî, Minbic jî di nav de, ji çemê Firatê heta sînorê Iraqê, bi kûrahiya 30 kîlometreyan ewê herêmeka ewle dirust bikin û yek mîlyon penaberan li deverên niha û yek mîlyon jî li deverên nû, bi giştî ewê du mîlyon penaberan li wê derê bicih bikin.
S. B