Di meha Îlonê de çekdaran 127 kes li Efrînê revandin

Hêzên Tirkiyê û grûpên çekar ên di fermana wê de kar dikin, tenê di meha Îlona bûrî de 127 welatiyên Efrînê revandine û ji wan çarenivîsa 57 kesan ne diyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Tirkiyê û grûpên çekar ên di fermana wê de kar dikin, tenê di meha Îlona bûrî de 127 welatiyên Efrînê revandine û ji wan çarenivîsa 57 kesan ne diyar e.

Rêxistina Sûriyên bo Rastî û Dadperweriyê, di derbarê revandina welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve raportek belav kir û da zanîn, tenê di meha Îlona bûrî de 127 welatî bi nav û belge hatine revandin, ji nava wan 17 jin û zarok hene.

Wê rêxistinê da zanîn jî, 70 kes ji wê hejmarê hatine berdan, lê hîna çarenivîsa 57 kesan ne diyar e.

Rêxistina Sûriyên bo Rastî û Dadperweriyê diyar kir, piraniya haletên revandinê yên hatine kirin, tenê bi armanca standina pereyan ji wan bûn, ku gelek xort pêştir carekê û 2 caran ji aliyê çekdaran ve hatibûn revandin.

Amaje bi wê jî kir, haletên revandina welatiyan li Efrînê û 7 navçeyên wê ji aliyê grûpên Polîsa Leşkerî, Polîsa Medenî, Ewlehiya Siyasî, Cebhe El Şamiyê, Lîwa Sultan Silêman, Lîwa Sultan Murad, Lîwa Semerqend, Lîwan El Weqas, Ehrar El Şerqiyê û El Hemzat ve hatine kirin.

Rêxistina Sûriyên bo Rastî û Dadperweriyê hişyariya wê yek dide, bi hatina werzê cinîna zeytûnan re, metirsiyên xelkê Efrînê zêde dibe, ku grûpên çekdaran kurên wan birevînin, ta bi neçarî pereyan ji wan bistînin.

Herwiha diyar kir jî, haletên revandina welatiyên bê awayekî zordarî hatine kirin û rênimayên yasayî nehatine girtin, herwiha tometên wan jî nehatine diyarkirin.

Da zanîn jî, di meha Îlonê de 3 teqîn li Efrînê di nava sivîlan de hatine kirin, 2 caran top li li Efrînê ketine û gelek caran jî şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar derketine, ku bi sedema wan hejmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Rêxistina Sûriyên bo Rastî û Dadperweriyê aşkere kir jî, di her du mehên Tebax û Tîrmehê de, çekdaran 199 kes li Efrînê revandin û ta niha çarenivîsa 90 kesî ji wan ne diyar e.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, li gor rêxistinên mafên mirovan zêdetir ji 2 hezar welatiyên Efrînê hatine revandin û ta niha çarenivîsa zêdetir ji hezar kesî ne diyar e.

  

S. B