Qedexeya çûnûhatinê li Bexda û çend bajarên din hat ragihandin

Qedexeya çûnûhatinê li Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê hat ragihand û çendîn dengê teqînan jî li navçeya Kese hat bihîstin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Qedexeya çûnûhatinê li Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê hat ragihand û çendîn dengê teqînan jî li navçeya Kese hat bihîstin.

Di civîneke Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê de, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî biryar da, ji îro demjimêr 5:00 ve qedexeya çûnûhatinê li Bexdayê, Nasiriye, Emara, Babil û Necefê destpê bike.

Li gor nûçeyeke ajansa “Reuters” îro berbangê dengê çendîn teqînan li navçeya Kesek a Bexdayê hatin bihîstin.

Hevdem jî, Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ji bo parastina dam û dezgehên hikûmî û şandên dîplomasî,  hêzên artêşê ji îro ve xistine haleta amadebaşiyê.

Ev di demekê de ye, çend roj in xwepêşandan li Bexda û çend bajarên din ên Iraqê destpê kirine û ji encama destêwerdana hêzên ewlekariyê, 12 kes hatine kuştin, di nava wan polîsek jî heye.

 

S. B