Rêbwar Talebanî: Bexdayê çi dema nîyaza cîbicîkirina maddeya 140 nebû ye
Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê ragehand: Bexdayê ti deman nîyaz û nîyeta cîbicîkirina maddeya 140 nebûye. Dema kawdanên Îraqê wê na akincî bûye, soza çareserkirina arîşeyan li gel Kurd daye.
K24- Hewlêr
Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê ragehand: Bexdayê ti deman nîyaz û nîyeta cîbicîkirina maddeya 140 nebûye. Dema kawdanên Îraqê wê na akincî bûye, soza çareserkirina arîşeyan li gel Kurd daye.
Rêbwar Talebanî, serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê di kongireyeke rojnamevanî de ragehand: Deverên Kurdistanî baca xirabkarîyên hukimranîyê li Îraqê didin. Herweha hikumetên bi dûv hev re hatîne li wî welatî her demeke kawadnên wan nacihgîr bûye soz dane bo çareserkirina pirsgirêkên xwe li gel Kurdan, lê dûv re poşman bûne.
Got jî: Îraqê ti deman nîyaza cîbicîkirina maddeya 140ê nebûye.