Şeva buirî 11 xwenîşander li Îraqê hatin Kuştin
Çavkanîyeke haydar ji ewlekarîya Îraqê, evro Pêncşembîyê 3/10/2019 ragehand: Di xwenîşandanên şeva burî de li naverast û başûra Îraqê 11 kes hatin kuştin, ku yek ji wan karmendê hêzên ewlekarîyê bû. Bi vî awayî jî hejmara kuştîyan di sê rojên burî de giha 18 kesan.
K24- Hewlêr

Li gor Ajansa Nûçeya Royterzê, çavkanîyan ragehandîne, di wan hevrûşbûnê di navbera hêrzên ewlekarîyê û xwenîşanderan de, 7 xwenîşander û polîsek li bajrarê Nasirîye û çarên din jî li bajarê Îmare hatîne kuştin.
Ajans royterzê ji devên dîteran behsa wê yekê dike, herçende bi fermana Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê, hatûçûn hatîye qedexekirin li Bexda ya paytext û hêzeke mezin jî hatîye belavekirin, lê li çend deverên cuda, xwenîşandan li paytextê berdewam e.
Bi egera bê karîyê kêmî ya xizmetguzarîyên giştî û gendelîyê,hevwelatî li piranîya parêzgehên başûr û naverasta Îraqê hatîne ser şeqaman û li beranber jî hikumet berdewame li ser belavekirina hêzê.