Xizmetguzarîya Internêtê li tevaya Îraqê hatîye ragirtin

Xizmetguzarîya Internêtê li tevaya Îraqê hat rawestandin û hevwelatî nekarin wê xizmetguzarîyê bikar bihînin.

K24- Hewlêr

Xizmetguzarîya Internêtê li tevaya Îraqê hat rawestandin û hevwelatî nekarin wê xizmetguzarîyê bikar bihînin.

Li gor malpera Somerî Niyoz, biryara rawestandina xizmetguzarîya Internêtê piştî wan xwenîşandanên roja burî dihêt, ku li piranîya parêzgehên başûr û naverast a Îraqê hevwewelatî ketin ser şeqaman.

Bi egera rûbirûbûna hêzên ewlekarîyê û xwenîşanderan, heya niha 19 kes hatîne kuştin, ku yek ji wan karemendeke hêzên ewlekarîyê ye û yek jî zao ye û zêdetir ji 1000 kesan birîndar bûn e.

Bi egera nebûna xizmetguzarîyan, wek av, elkirîk û bêkarîyê hevweêatî hatîne ser şeqaman û dijî hikumetê duirşman dibêjin.

Ji duhî ve torên civakî, wek Fêsbûk, Twîter, Înstigram û watisap li tavaya Îraqê ji bilî Herêma Kurdistanê hatin ragirtin ku wê jî jêrxana Internêt a taybet bi xwe heye.

Li gor wê malperê li demjimêr 5:00 sipêdê ve qedexekirina hatinûçûnê li Bexdayê hatîye ragehandin.