Balyozê Kenedayê amadeyî ya welatê xwe nîşan da bo hevkarîkirina Herêma Kurdistanê
Evro, Pêncşembîyê, 3/10/2019 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî kirli Pol Gîbard, balyozê Kenedayê li Îraqê.
K24- Hewlêr
Evro, Pêncşembîyê, 3/10/2019 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî kirli Pol Gîbard, balyozê Kenedayê li Îraqê.
Di dîdarê de balyozê Kenedayê amadeyî ya welatê xwe nîşan da bo hevkarîkirina hikumeta Herêma Kurdistanê bi taybetî derbarê sûd wergirtinê li ezmûna sîstema fedralîya Kenedayê.
Balyozê Kenedayê, stayîşa kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê kir derbarê giringîdanê bi rola jinê di sazîyên hikumetê de.
Peywendîyên navbera Herêma Kurdistan û hikumeta fedral, rewşa awareyan û alîkarîkirina wan ji alîyê hikumeta Herêma Kurdistanê ve tewereke dî yên gotbêjan bû.

