Balyozxane ya Emerîkayê hevwelatîyên xwe li Îraqê agahdar dike
Balyozxane ya Emerîka li Bexdayê, hoşdarîyekê bo hevwelatîyên xwe belav dike û têde cuda ji Herêma Kurdistanê, daxwaz ji hevwelatîyên xwe dike xwe biparêzin ji geştkirinê bo Îraqê xwe nêzîkkirinê ji cihên xwenîşanderan.
K24- Hewlêr

Di ragehandina balyozxaneya Emerîkayê de li Îraqê hatîye: Bi egera xwenîşandanan çend kes hatîne kuştin û bi sedan jî birîndar bûne û qedexeya hatinûçûnê li Bexdayê hatîye sepandin.
Wê ragahandinê amaje bi wê yekê jî daye: Xizmetguzarîyên balyozxaneyê bi awayeke demkî hatîne ragehandin û daxwaz ji hevwelatîyan dikîn geşt bo Îraqê nekin û xwe ji cihên xwenîşandanan biparêzin.
Bi egera xwenîşandanên çend rojên burî li Bexda û çend bajarên din yên Îraqê 18 kes hatîne kuştin û zîdetir ji 1000 kesan birîndarbûn e.