Dadgeha Tirkiyeyê cezaya parlementerekê berê yê HDPyê pûç kir

Dadgeha Yasaya Bingehîn a Tirkiyeyê cezaya parlementerekê berê yê HDPyê pûç kir.

K24- Hewlêr

Dadgeha Yasaya Bingehîn a Tirkiyeyê cezaya parlementerekê berê yê HDPyê pûç kir.

Dadgeha Yasaya Bingehîn cezaya Parlementerê berê yê HDPyê Sirri Sûreyya Onderî pûç kir û dihêt çaverêkirin parlementerê berê yê HDPyê were berdan.

 Sirri Sureyya Onder di sala 2013ê de li Newroza Stenbolê axaftinek kiribû. Ji ber wê axaftinê bi bangeşekirina PKKyê hatibû tohmetbarkirin û ji bo wî sê sal û nîv cezaya zindanîkirinê hatibû dayîn. Onder nêzikê salekê ye li Girtîgeha Kocaeliyê ye.