Panêlek li ser çareserkirina pirsa Kurd
Di 7. Pêşangeha Pirtûkan ya Diyarbekirê da panel û gotebêjên li ser mijarên cuda jî tên lidarxistin. Bi panelîstiya sîyasetmedar û nivîskarê Kurd Bayram Bozyel jî panelek li ser "Di serdema nêzîk da pirsa Kurd û proseyên çareseriyê' hat li dar xistin. Bozyel tîne ziman ku piştî peymana Skykes-Pîcot, proseyeka li dijî Kurd destpêkiriye ku heta bi dawî hatina şerê sar û ruxandina dîwarê Berlînê domiya ye.
K24- Amed
Di 7. Pêşangeha Pirtûkan ya Diyarbekirê da panel û gotebêjên li ser mijarên cuda jî tên lidarxistin. Bi panelîstiya sîyasetmedar û nivîskarê Kurd Bayram Bozyel jî panelek li ser "Di serdema nêzîk da pirsa Kurd û proseyên çareseriyê' hat li dar xistin. Bozyel tîne ziman ku piştî peymana Skykes-Pîcot, proseyeka li dijî Kurd destpêkiriye ku heta bi dawî hatina şerê sar û ruxandina dîwarê Berlînê domiya ye.
Li Pêşangeha pirtûkan ya Diyarbekirê ku di 5 rojan da teqrîben 100 hezar kes serdan kiriye, li ser mijarên cuda panel, gotebêj û rojên îmzayê jî tên lidarxistin. Panelekî jî li ser pêşketin û encamdayînên dawî yên li Kurdistanê hat li dar xistin. Panelîst Bayram Bozyel ku li ser mijarê pirtûk jî nivîsiye ragihand ku rewşa Kurdistanê piştî ku şerê sar xilas dibe û dîwarên Berlînê dirûxe, konaxeke nû destpê dike û Kurd jî diwazin çarenûsa xwe diyar bikin.
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Bayram Bozyel balê dikşîne ku çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê, bi rewşa siyasî ya Cîhanê, dewletên heremê û bizavên Kurd ve girêdayî ye û wek proseyeke demdirêj e. Bozyel anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê pêkhatina referandomê û berbi serxwebûneve çûyîn, li Rojava behskirina statuyê û li Tirkiyeyê jî lêgerînên proseyên aştiyê, nîşan didin ku riya çareseriyê, ji bo Kurdan peyda bûye.
Bayram Bozyel (siyasetmedar û nivîskar-panelîst), dibêje:"Bê talîhiya Kurdan ew bû ku doza Kurd bû qurbana şerê sar. Ji ber ku şerê sar nedihişt ku meseleyên etnîkî, dînî û heremî derbikevin pêş. Li aliyekî pergala Sofyetê hebû, li aliyê din jî Emerîka hebû. Meseleya Kurd jî di nav da, meseleyên bi vî awayî pelixiyan. Îro em dikarin tiştekî bibêjin, hêzên navdewletî, di guhartina statukoya Rojhilata Navîn da bi teredut in. Lê ji vê rewşê jî razî nîn in. Ji ber vê yekê bi qanaeta min guhartina statukoya Rojhilata Navîn di rojevê da ye. Lê van meseleyan bi zaman ra girêdayî pêktên."
Di panelê da hat ragihandin ku rewşa li başûr û rojavayê Kurdistanê dê li ser rewşa bakûr û rojhilatê Kurdistanê jî bandor bike.
Lezgîn Bozarslan ku beşdarekî panele bû, anî ziman ku panel sûdbexş derbas buye û ji rewşa dawî ya Kurd û Kurdistanê agahdarbûyîn girîng e.
Lezgîn Bozarslan (welatî):"Li gor hêza xwe Kur li ser çareseriyê bandor dikin. Lê ne tenê Kurd bi bandorin, dewletên bihêz yên cihanê wek Rûsya û Emerîkayê, dîsa dewletên heremê jî bandor li ser çareseriyan û pirsa Kurd dikin. Loma jî divê Kurd rola xwe baş bileyîzin.
Panel bi beşdariya siyasetmedar û keseyatên navdar yên Kurd demjimêrekî birêve çû û bi pirs û bersivan xilas bû.