Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozê Kanada li Iraqê civiya

https://president.gov.krd/wp-content/uploads/2019/10/NB_Balyozi-Keneda1-3-10-2019-1024x671.jpeg

K24- Hewlêr

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser parastina serkeftinên li ser Da’îş da û destpêkirina qonaxa avadankirina navçeyên ziyanberketiyên şer û vegerana koçber û penaberan ji bo cîh û warên wan kir. Her wiha spasî piştevaniya Kanada ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî Da’îş da kir.

Berî nîvroya îro pênçşem 03/10/2019 li Hewlêr, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek da li gel Paul Gibbard Balyozê Kanada li Iraqê ku Ashley Durec Birêvebera Nivîsîngeha Balyozxaneya Kanada li Hewlêr têda amadebû, bi kurtî di derbarê program û karên pêşînên wan yên li Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexda û çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûr xiste rû. Her wiha pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Kanada li hemû waran da dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve Gibbard Balyozê Kanada li Iraqê xweşhaliya xwe bi asta peywendiyên wan li gel Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî û hêviya berev pêşvebirina zêdetirê peywendiyan xwest.

Nirxandina rewşa siyasiya Iraqê, bi cîhkirina destûr, rêgirîkirina li serhildana terorê, rewşa koçber û penaberan û sûdwergirtina ji ezmûnên serkeftiyên Kanada, aliyeke dinê vê hevdîtinê bûn.