Nêçêrvan Barzanî li gel şandeke Emerîkayê kom dibe
Nêçîrvan Barzanî tekez kir li ser çareserkirina arîşeyan bi rêya gotûbêjan li ser binemayên destûrê û hevkarî û hevahengîya di navbera Hêza Pêşmerge û supayê Îraqê bo paraztina asayîşa deverên arîşe li ser.
K24- Hewlêr

Evro nîvrojê, li Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî li gel Tamî Baldiwîn sînatora Emerîkayê û şanda pê re, rewşa niha ya Îraqê, peywendîyên Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjên çareserkirina arîşeyan, mijara petrol p budceyê, peywendîyên Herêma Kurdistanê û Îraqê li gel Emerîkayê û rewşa awareyên Îraqê û çawanîya vegerandina wan bo cihên wan û metirsîya serheldana Daişê gengeşe kirin.
Nêçîrvan Barzanî supas û pêzanînên Herêma Kurdistanê bo Emerîka dûpat kir, ku di şerê dijî Daişê de hevkarî û piştîvanîya Herêma Kurdistanê û Îraqê kir.
Ji alîyê xwe ve jî, şanda Emerîkayê pêzanînên xwe bo qurabnîyên Pêşmerge li şerê dijî Daişê nîşan da û berdewamîya piştîvanîya Emerîkayê bo Herêma Kurdistan û Îraqê dûpat kir.