Peyama Nêçîrvan Barzanî li bîranîna koça dawî ya Mam Celal

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, di peyamekê de bi boneya salvegera koça dawî ya Celal Talebanî, sekretêrê koçkirîyê Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê peyamek araste kirîye,

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, di peyamekê de bi boneya salvegera koça dawî ya Celal Talebanî, sekretêrê koçkirîyê Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê peyamek araste kirîye, di wê peyamê de ragehand: evro bîranîna koça dawîya Mam Celal dikîn û baştirîn emekdarî jî ewe ku yekrêzîya gelê me û hevpişkîyê di karê sîyasî û rêvebirinê de û peywendîyan û hevhelwêstîy ê di navbera Partîya Demukrata Kurdistanê û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistasnê û hemû hêzên Kurdistanê li pirsên hevpişkên Kurdistanî û Îraqî bihêz bikîn. 

 

Deqa peyama serokê Herêma Kurdistanê:

 

Îro li salvegera koça dawî ya Mam Celal da, bîranîna serkirdeyekî xebatgêr dikîn ku koçkirina wî valahiyeke mezin li karê dewletî û siyasî da dirust kir. Li nav kêşe û aloziyên îro da li Iraq û navçeyê zêdetir li hemû demekê hest bi valahiya Mam Celal dikîn, birastî Mam Celal sembolekî karê hevbeş bû.

Peywendiya bi hêz ya di navbera her dû Serok Mam Celal û Kak Mesûd Barzanî, qonaxekî bi hêz ya karê hevbeş ya li Kurdistanê pêkanî ku encama wê çespandina beşeke zêdeyê daxwazên gelê Kurdistanê bû li belgenameyên kongreya opozîsyona Iraqî û destûra Iraqê da. Her wiha li encama wê da yekemcar pêgehekî bi hêz ya Kurd û neteweyên din li damezraweyên dewleta Iraqê da dirust bû û demokrasî li Iraqê geşbûneke zêde bi xwe ve dît.

Mam Celal, piştevanekî gelek mezin bû ji bo karê min ya li dirustkirin û kûrkirina karên hevbeş û birêvebirina hevbeş ya li Herêma Kurdistanê dema ku kabîneya pêncemê Hikûmeta Herêma Kurdistanê me pêkanî û ber li wir jî nêzîkkirina îdareyan û dirustkirina yek biryarî li ser gelek pirsên siyasî û îdariyên li Herêma Kurdistan û Iraqê.

Îro ku bîranîna koça dawî ya Mam Celal dikîn, baştirîn wefadarî eweye yekrêziya gelê me û hevbeşiya karê siyasî û birêvebirinê da, peywendiyan û hevhelwêstiya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yêkîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û hemû hêzên Kurdistanê li ser pirsên hevbeşên Kurdistanî û Iraqî bi hêz bikîn.

Bîranîna Mam Celal cihê xêr û tebayiyê bê û silav û hûrmet ji bo giyanê wî dişînîn.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

03/10/2019