Rêveberiya Xweser: Rûsiya çareseriya aştiyane li Sûriyê naxwaze
Rêveberiya Xweser bersiva Rûsya dide û radighîne, Rûsiya çareseriya aştiyane li Sûriyê naxwaze
K24- Hewlêr
Rêveberiya Xweser bersiva Rûsya dide û radighîne, Rûsiya çareseriya aştiyane li Sûriyê naxwaze.
Peyvdarê Fermî yê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê, ji medya nêzîkî rêveberiyê re ragehandiye, ku Rûsya piştevaniya Tirkiyê di êrîşa ser bakur û rojhilatê Sûriyê dike û bi vê yekê, ew çareseriya aştiyane li Sûriyê naxwaze, û dixwaze, destê xwe deyne ser biryara siyasî li vî welatî.
Herwiha Ehmê got, ku devera ewle parastina sînorê Tirkiyê dike. Herwha di heman demê de jî, aramiyê li deverên bakur rojhilatê Sûriyê peyda dike, û gava devera ewle, rê li ber xewnên Rûsya yên êrîşkirina Tirkiyê, ser deverên bakur û rojhilatê Sûriyê, girt.
Doh Wezîrê Derve yê Rûsiyê Sergey Lavrov ragehandbû, ku ji mafê Tirkiyê ye, parastina ewlekariya sînorê xwe bike.