Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên serbazî bo HSDyê dişîne

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên serbazî bo HSD li rojavayê Kurdistanê şandin.

K24- Hewlêr

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên serbazî bo HSD li rojavayê Kurdistanê şandin.

Ajansek nêzîkî Opozisyona Sûriyê belavkiriye, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî karwanek alîkariyên leşkerî û lojistî, ku ji alav û otombilên serbazî pêk dihat, herweha çekên sivik li xwe digirt, ji bo bingehên xwe û yên HSD ji navçeyên cuda yên Sûriyê re şand.

Di destpêka vê hefteyê de jî,  Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî karwanek alîkariyên leşkerî û lojistî ji bingeha xwe ya serbazî li bajarokê Ên Îsa û ji bo Civata Serbazi ya Girê Spî re şandibû.