Amnesty: Daxwaz ji Îraqê dike kiryarên hêzên ewlekarî rawestîne
Amnesty International daxwaz ji Hikûmeta Îraqê dike kiryarên hêzên ewlekarî rawestîne û rê li xwepêşandan û azadiya raderbirînê negire.
K24- Hewlêr
Amnesty International daxwaz ji Hikûmeta Îraqê dike kiryarên hêzên ewlekarî rawestîne û rê li xwepêşandan û azadiya raderbirînê negire.
Rêxistina Lêborîna navdewletî derbarê xwepêşandanên Îraqê ragehand ku pêwîste hkûmeta Îraqê lêkolînên hûr bike derbarê wan gor gotên ku behsa kuştina 19 xwepêşanderan û endamekî hêzên ewlekariyê têne kirin.
Herwiha dibêje ku ew gelekî ji bersivdana hêzên ewlekariyê ji xwepêşanderan re dilgiran in û daxwaxz ji hikûmetê kir ku hêlên Enternêtê vegerînin ku ev çend roj hatbûn qutkirin.