Kampeke nû lı Tebqayê hat avakırın
Kampek nû li gundewarê bajarê Tebqayê bo koçberên Sûriyê hate avakirin.
K24-Tebqa-Rojava
Kampek nû li gundewarê bajarê Tebqayê bo koçberên Sûriyê hate avakirin.
Nişteciyên kampê, ku bi piraniya wan ji parêzgehên Hums û Hemayê ne, gazinan ji xizmetguzariya kampê dikin û bi taybetî gazinan ji kevinbûn a konan dikin.
Çîroka koçberiyê û zehmetiyên rê , mijarên vê jina 65 salî yên rojne ne ku tevî derbasbûna zêdeyî 3 salan li ser koçberiyê ew nikare cih û warê xwe jibîr bike.
Diya Mihemed yek ji koçberên bajarê Himsê ye, jiber şer û rewşa zehmet neçarbû ku bi herdu keçên xwe re jidev bajarê xwe berde û berî bide Tebqayê .
Tevî derbasbûna demeke dirêj li ser koçberiyê, lê Diya Mihemed bixemgîn behsa wê rojê dike û hemu hûrgiliyên wê bibîr tine .
Kêmbûna xwarinê û derman herwiha nepaqjiya avê, ji pirsgirêkên ku neşticiyên kampa Mehmûdlî ya li gundewarê Tebqayê gazinan jê dikin .
Bi hatina demsala zivistanê koçberên kampê gazinan ji kevnbûna konan dikin û dibêjin ku ew metirsîdarin ku konên wan xwe liber baranê negirin.
Piraniya awareyên kampa Mehmûdlî ji bajarê Hims û Hemayê ne û tevî ku hin rêxistinên navdewletî alîkariyê pêşkêşî kampê dikin ,lê kamp hêla Rêveberiya Xweser birêve diçe.
Rêveberiya Kampê diyar dike ku ew gelek zehmetiyan di warê derman dikşînin û herwiha kêmbûna xalên pizişkî yek ji pirsgirêkên kampê ne .
Bilindbûna asta ava çemê feratê metirsî li jiyana neşticiyên kampa Tiwêhîniyê peyda dikir , loma Kampa Mehmûdlî li gundewarê bajarê Tebqayê hate avakirin û hemu aware têde hatin bicih kirin .