Kiwêt hoşdarîyê dide hevwelatîyên xwe derbarê Îraqê

Wezareta derve ya Kiwêtê daxwaz ji hevwelatîyên xwe dike serdana Îraqê nekin.

K24- Hewlêr

Wezareta derve ya Kiwêtê daxwaz ji hevwelatîyên xwe dike serdana Îraqê nekin.

Wezareta derve ya Kiwêtê, hoşdarîyê daye hevwelatîyên xwe yên bi nîyaz bûn e  seredan Îraqê bikin û wan agahdar dike ku bi sedema têkçûna rewşa ewlekarîyê û serheldana xwenîşandanan seredana Îraqê nekin.

Herweha daxwaz ji wan hevwelatîyên xwe yên niha Li Îraqê ne kirîye, heya di şîyan wan de hebe nêzîkî cihên xwenîşandanan nekevin û heke bikarin bi zûtirîn dem Îraqê bihêlin û vegerin welatê xwe.