Hejmara kuştîyên xwenîşandanên Îraqê giha 31 kesan

Xwenîşandanên Îraqê her berfireh dibe. Duhî rejeke xûnîn bû bo Îraqîyan û hejamra kuştîyan giha 31 kesan.

K24- Hewlêr

Xwenîşandanên Îraqê her berfireh dibe. Duhî rejeke xûnîn bû bo Îraqîyan û hejamra kuştîyan giha 31 kesan.

Ji roja Sêşembîya burî ve, Îraqîyan li piranîya bajarên Başûr û naverasta Îraqê xwenîşandanan dikin dijî nebûna xizmetguzarîyên bineretî û belavbûna gendelî û hejarîyê di Îraqê de.

Li beraneber xwenîşanderan jî, hikumeta Îraqê çek û gulleyên zindî bikar dihîne bo balavekirina xwenîşanderan. Duhî jî li Bexdayê, hêzên ewlekarîyê zirêpoş û gulleyên zindî dijî xwenîşanderan bikar hînan.

Şeva burî jî, Adil Ebdulemehdî, serok wezîrên Îraqê Peyamek arasteya xwenîşanderan kir û têde ragehand, hemû hewlekê dide bo çaksazîyê û dabînkirina mûçeyê bo hejaran berengabûna gendelîyê.

Bi nerîna xwnîşanderên Îraqî, ew peyama Adil Ebdulemehdî ( li asta pêwîst) nebû û rasterast li gel xwenîşanderan ne axivtîye û zêdetir behsa çalakî û destkevtên hikumetê kirîye.

Heya niha ti alîyeke sîyasî, mezhebî û olî neçûye nav xwenîşandanan.

Ji van 31 kesên canê xwe ji dest dane, dû ji wan polîs in û 18 ji wan ji parêzgeha Zîqar in, yên din jî ji Bexda û parêzgehên din in.

Her duhî rêkxistîya Lêbûrîna Nêvdewletî, rexne li hikumeta Îraqê girt û daxwaz kir, dest berde ji berengarbûna xwenîşanderan û hêla Internêtê kara veke.