Pêntagon: Me peywendîyên berevanîya sitratîcî li gel Îraqê heye
Wezareta berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) tekez dike ku welatê wan( peywendîya berevanîya sitratîcî) li gel Îraqê heye.
K24- Hewlêr
Wezareta berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) tekez dike ku welatê wan( peywendîya berevanîya sitratîcî) li gel Îraqê heye.
Di kombûna Mark Êsper, wezîrê berevanîya Emerîkayê û serok Erkan, Mark Mîlî de li gel rêwêjakrê asayîşa nîştîmanîya Îraqê, Falih Feyaz, rewşa Ewlehîya Îraqê behis kirin.
Di ragehandinekê de, Pêntagonê ragehand, bazneyeke berfireh ji pirsên berevanîyê û çawanîya bihêzkirina peywendîyên dû alîyane û rêzgirtin ji serwerîya axa Îraqê hatin behis kirin.
Herweha di wê ragehandinê de, wezîrê berevanîya Emerîkayê pêzanînên xwe nîşan daye bo nirxandina piştîvanîya serbazîya Emerîkayê bo Îraqê ji alîyê Bexdayê ve.
Derbarê şerê dijî rêkxistîya Daişê, wê wezaretê ragehandîye, Emerîka hemû hewlekê dide dakû rê ji serheldana Daişê bigire.