Pêşangeha pirtukê ya diyarbekirê didome

Pêşangeha Pirtukan a Diyarbekir ku di 28ê îlonê de deriyên xwe bo xwîneran vekir didome. Xwîner bo pêşangehê eleqeyeke baş nîşan didin û bo Kurdî jî rewş li gorî salên borî baş e.

K24- Amed

Pêşangeha Pirtukan a Diyarbekir ku di 28ê îlonê de deriyên xwe bo xwîneran vekir didome. Xwîner bo pêşangehê eleqeyeke baş nîşan didin û bo Kurdî jî rewş li gorî salên borî baş e. Xwînerên berhemên bi Kurdî di salên dawîn de hêdî hêdî ber bi zêdebûnê ve diçin û roman û çîroka Kurdî jî digihîje asteke baş. Gelo rewşa baş a çîrok û romanê di warê helbesta Kurdî de jî xwe dide der an na. Helbestvan Arîf Selçûk amaje dike ku di salên dawîn de di naca ciwanên Kurdan de mereqek bo helbesta Kurdî dest pê kirî ye.

Xwînerk dibêje: Arîf Selçûk- Helbestvan-: "Dema em muqayese dikin pêşketinek xuya dike derbarê helbesta klasik de û derbarê ciwanan de. Di nêrîna ciwanan de guherînek heye. Ji berê gelek zêdetir ber bi helbesta klasik ve meşek, surkulasyonek heye. Ev jî me keyfxweş dike."

Xwînerên berhemên Kurdî jî di Pêşangeha pirtukan a Diyarbekir de di nava lêgerînekê de ne ku helbestên bi dile xwe peyda bikin. Beşek ji xwîneran ji hemu helbestên Kurdî hes dikin, beşek xwîner ji ber Kurd in lê Kurdî nizanin xemgîn dibin.

Xwînereke dî, dibêje:  "Ez zehf wisa lê nanêrim. Kîjan baş binivîse ez dixwînim. Ez nabêjim bila illehî evîn be an jî dîrok be. Herduyan jî dixwînim."

Xwînerek din, got: "Ez navê helbestvanên Kurd nizanim û helbestan jî nizanim. Ez yên bi Tirkî dizanim. Lê yên bi Kurdî nizanim. Helbestên wan nizanim."

Xwînereke din jî, dibêje: "Ez Kurd im, lê nizanim bi Kurdî bixwînim. Ji ber wê min qet helbestên Kurdî nexwendi ne. Ez dixwazim hînî Kurdî bibim û helbestên Kurdî bixwînim."

Di 7. Pêşangeha Pirtukan a Diyarbekir de di warê helbesta Kurdî de rewşa derketî holê ya balkêş ew e ku di nava ciwanên Kurdan de bo helbesta Kurdî kêmzêde mereqek hişmendiyek dest pê kirî ye û gelek ciwan helbestvanên klasik ên Kurdan dinasin lê ya herî balkêş ew e ku helbestên van helbestvanan naxwînin.