Çekdarên ser bi Tirkiyê, li Efrînê, welatyekî Kurd kuştin

Li bajarê Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê, welatyekî Kurd kuştin

K24- Hewlêr

Li bajarê Efrînê  çekdarên ser bi Tirkiyê, welatyekî Kurd  kuştin

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê raghand, Evro berê sipêdê welatyekî Kurd bi navê Ednan Reşîd Emîr, li gundê Meydankê, ji alyê komên çekdarên ser bi Tirkiyê, li bajarê Efrînê hate kuştin.

Rêxistnê eşkere jî kir, dema ku çekdarên ser bi Tirkiyê hewil didan terktura cîranekî wî bidizin, Ednan Reşîd Emîr, rê li ber wan girt û pişt re ew gullebaran kirin.

Duhî, Rêxistina Sûriyê jib bo Rastîyê û Dadperweryê, di raporekê de belavkirêye ku tenê di meha Îlonê de 127 Kurd li Efrînê  ji alyê grûpên çekdar yên  ser bi Tirkiyê ve, hatîne revandin.