Çekdarên ser bi Tirkiyê, li Efrînê, welatyekî Kurd kuştin
Li bajarê Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê, welatyekî Kurd kuştin
K24- Hewlêr
Li bajarê Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê, welatyekî Kurd kuştin
Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê raghand, Evro berê sipêdê welatyekî Kurd bi navê Ednan Reşîd Emîr, li gundê Meydankê, ji alyê komên çekdarên ser bi Tirkiyê, li bajarê Efrînê hate kuştin.
Rêxistnê eşkere jî kir, dema ku çekdarên ser bi Tirkiyê hewil didan terktura cîranekî wî bidizin, Ednan Reşîd Emîr, rê li ber wan girt û pişt re ew gullebaran kirin.
Duhî, Rêxistina Sûriyê jib bo Rastîyê û Dadperweryê, di raporekê de belavkirêye ku tenê di meha Îlonê de 127 Kurd li Efrînê ji alyê grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve, hatîne revandin.