Rêveberîya Xweser: Rûsye, Tirkiyê han dide bo encamdana operasyonekê li rojhlata Firatê

Peyvdarê Rêveberîya Xweser ragehand, Rûsye, Tirkiyê han dide bo encamdana operasyonekê li rojhlata Firatê.

K24- Hewlêr

Peyvdarê Rêveberîya Xweser ragehand, Rûsye, Tirkiyê han dide bo encamdana operasyonekê li rojhlata Firatê.

Luqman Ehmê, peyvdarê Rêveberîya Xweser li bakûr û rojhlata Sûriyê  raghand, Rûsye, dixwaze rewşa Sûriyê ne aram be û tevlî hev bibe ji ber vê yekê jî, Tirkiye han dide bo encamdana operasyoneke serbazî li rojhlata Firatê.

Bi gotina wî, rêkkevtina mîkanîzma ewlehyê, rê li ber armanc û pirojeyên  Rûsyê girtîye, ku dixwazt Sûriyê di navbera xwe û Tirkiyê de dabeş bike.

Herweha Ehmê got: Rûsye naxwaze çareyeke aştîyane bo rewşa Sûriyê bihêt dîtin. Bi gotina wî, Mosko bi vê yekê dixwaze hêzên xwe li Sûriyê bihêle daku destên xwe bixe ser biryarên sîyasîyên wî welatî.