Nêçîrvan Barzanî: Têkdana asayîşê rewşê xirabtir dike

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, di peyamekê de derbarê rewşa Îraqê, daxwaz paraztina yasa, asayîş, akincî û raçavkirina berjewendîyên balayên welat dike.

K24- Hewlêr

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, di peyamekê de derbarê rewşa Îraqê, daxwaz paraztina yasa, asayîş, akincî û raçavkirina berjewendîyên balayên welat dike.

Ev jî deqa wê peyamêye:

Bi nîgeranî ve li bûyerên  û tundûtîjîyên van çend rojên Bexda û çend parêzgehên din yên Îraqê dinerîn. Xwenîşandanên sivîlî û aştîyane, mafeke destûrî ya paraztîye, lê nabe bihên guhertin bo tundûtîjîyê, pêkdadan, ajawe duristkirin, derkevtin ji yasayê, gef li asayîşa giştî, têkdan û helweşandina sazîyên dewletê.

Arîşeyên ser hev daketîyên Îraqê yên rojekê nîne, lê zade û reftar û sîyasetên şaşên dehan salên bûrî yên hikumetên duv hev re hatî yên Îraqê ne, ti hikumetek nekare di şevek û rojekê de wan arîşeyan çareser bike, bicihanîna xwazt û daxwazîyên gel, hevkarî û piştîvabnîya hemû hêz û alîyan divêt. Parastina asayîş û akancî û niha û ayîndeya welat erk û berpirsyartîya hemûyane.

Îraq di rewşeke hestayr de ye, ku pêwîstî bi aramî û akincîya sîyasî û ewlehî heye, alozî û têkdana asayîşê derkevtina bûyeran ji kontrolê, rewşê xirbtir û dijwartir dike. Ti tiştekê çareser nake û tevaya gelê Îraqê têde zerermend dibin. Hêvîdarîn hemû alî xwe girtî bin, yasayê biparêzin û berjewendîya balaya welat bixin berçavan .

Nêçîrvan Barzanî

Swerokê Herêma Kurdistanê