“Arteşa Azad a Suriyê“ navê xwe digûherîne
Arteşa Azad a Suriyê navê xwe digûherîne û navê Arteşa Netewî li xwe dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Arteşa Azad a Suriyê navê xwe digûherîne û navê Arteşa Netewî li xwe dike.
Fermandarên Arteşa Azad a Suriyê li bajarê Rihayê ya bakurê Kurdistanê kom dibin.
Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyê Arteşa Azad a Suriyê dê di wê kombûnê de, navê xwe bigûherîne û navê Arteşa Netewî li xwe bike. Herwiha dê piştgiriya xwe ya ji bo operasyoneke dijî rojhilatê Firatê jî rabigihîne.
Arteşa Azad a Suriyê di 29ê Tirmehê ya sala 2011an de ava bû bû.
C.B