NY daxwaza guftûgoya bilez di navbera Hikûmet û xwepêşanderên Iraqê de dike
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres daxwaz dike, zû guftûgo di navbera hikûmet û xwepêşanderên Iraqê de destpê bikin, ew jî wek gaveke bilez bo kêmkirina aloziyan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres daxwaz dike, zû guftûgo di navbera hikûmet û xwepêşanderên Iraqê de destpê bikin, ew jî wek gaveke bilez bo kêmkirina aloziyan.
Peyvdarê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Stephane Dujarric ragihand, Antonio Guterres ji nêzîk ve çavdêriya pêşveçûnên li Iraqê dike û ew daxwaz dike wek gaveke bilez, guftûgo di navbera Hikûmeta Iraqê û xwepêşanderan de bê kirin, ji bo ew alozî û tundûtûjiya hene werin rawestandin.
Li gor Stephane Dujarric, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî tekezî li ser azadiya derbirînê û kiryarên aştiyane kiriye û gotiye, ew ligel mafên seretayî ya miroban e û pêwîst e rêz lê bê girtin.
Ji destpêka xwepêşandanên Iraqê ve û ta niha nêzîkî 65 kesan hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar bûne, xwepêşander jî hêzên ewlehiyê bi kuştina xwepêşanderan tometbar dikin.
Li hemberê jî, Hikûmeta Iraqê ragihand, ti fermaneke teqekirina li xwepêşanderan nîn e û kesin hene teqe li xelkê kirine, ji bo qerebalixî û ajawa çê bibe.
S. B