Zêbarî: Sozên sê serokatîyên Îraqê nelocîkî ne

Hoşyar Zêbarî, endamê Mekteba Sîyasî ya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û wezîrê pêştirê darayî ya Îraqê, derbarê xwenîşanderên Bexda û deverên din yên Îraqê sozên her sê serokatîyên Îraqê, nerîna xwwe derbirîye û dibêje: Sozên sê serokatîyên Îraqê (Serokatîya Komar, Civata Nwênerên Îraqê û Civata Wezîran) ne locîkî ne û nekarin bicih bihînin.

K24- Hewlêr

Zêbarî di tora civakîya feysbûkê de, nerîna xwe li ser rewşa niha ya Îraqê û berfirehbûna xwenîşandanan û girjîyan nîşan daye û li ser sozên her sê serokatîyan bi xwenîşanderan axivtîye.

Çunkû Zêbarî, wezîrê pêştirê darayîya Îraqê bûye û haydarê rewşa darayî ya hikumetê ye, dibêje: Ew sozên dihên dan bo aramkirina xwenîşanderan( wek desteberkirina delîveya kar bo bêkaran û derçûyîyan, piştîvana darayî ya malabta hejaran, berengarbûna gendelîyê,  xerckirina budceyê bo xelkê) vajîya kevwarê darayî û abûrîya Îraqê ye. Budceya 2020 zêdetir ji 30 milyar Dolaran kurt kirîye. Lew sozên wan ne locîkî ne û nekarin bicih bikin. Daxwaz ji serkirdeyên Îraqê dike hest bi vê kevwarê bikin û li gor pêwîst, locîkî hizir bikin.

Bo damirkandina tûreyî ya xwenîşanderên Îraqê,  her sê serokatîyên Îraqê çend soz dayîne xwenîşanderan daku jîyan û jîyara xelkê beştir bikin, lê hêz nerazîbûna xelkê bi dawî nehatîye û li gor amara dawîyê hejmara kuştîyan ji sed kesan zêdetir bûye bi hezaran kes jî birîndarbûne.