Li Diyarbekirê, 15 endamên HDPê hatin binçavkirin

Li Diyarbekirê, 15 endamên HDPê hatin binçavkirin, ku beşdarî kempîna komkirina îmzeyan dijî qeyuman bûne.

K24- Hewlêr

Li Diyarbekirê, 15 endamên HDPê hatin binçavkirin, ku beşdarî kempîna komkirina îmzeyan dijî qeyuman bûne.

Partiya Demokratîka Gelan (HDP), bi armanca şermezarkirina dûrxistina şarederan û danîna qeyuman, li gelek deveran dest bi çalakiya komkirina îmzeyan kir.

Li gor agahiyan, parêzgariya Batmanê rê nade îmze bên komkirin û li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê yên Diyarbekirê jî, 15 endamên HDPê hatin binçavkirin, ku îmze kom dikirin.

Lêpirsîn li gel wan kesên hatine binçavkirin, li rêveberiya Ewlekariyê berdewam e.