HSD: Em gefên Tirkiyê cidî dibînin
Peyvdarê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ew bi cidî li gefên Tirkiyê dinêrin û ew amade ne berevaniyê di ber xaka Sûriyê de bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ew bi cidî li gefên Tirkiyê dinêrin û ew amade ne berevaniyê di ber xaka Sûriyê de bikin.
Peyvdarê Fermî yê HSDê Gabriyêl Kîno li ser gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ji K24ê re ragihand, gefên Tirkiyê nayin qebûlkirin. Em amade ne berevaniyê di ber xaka xwe û xaka Sûriyê bi tevahî li dijî her êrîşekê bikin.
Got jî: Gefên Tirkiyê di dema dawiyê de zêde bûne, ev yekî di demekê de ye ku HSDê pabendî xalên rêkeftina herêma ewle bûye. Lê Tirkiyê hincetan digire û dibe jî gefên Tirkiyê cidî bin.
Herwiha da zanîn jî, Tirikyê dixwaze di riya van gefan re fişarê li Amerîka bike, da ku hin guhertinan di mîkanîzma herêma ewle de pêk bîne.
Duhî Serokomarê Tirkiyê ragihand ku biryar hatiye dayîn ku operasyonekê li rojhilatê Firatê bê kirin û dema encamdana wê jî ne dûr e û hemû amadekarî hatine kirin.
S. B