Dayika Kurdan li Almanya bi xakê hat spartin

Xezal Sîdo ya bi “Dayika Kurdan” dihat naskirin, piştî roja 27ê Îlonê li Almanya li bajarê Bonê koça dawiyê kiribû, bi beşdariya kesayetiyên siyasî, rewşenbîr û cemawereke mezin li Bonê bi xakê hat spastin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Xezal Sîdo ya bi “Dayika Kurdan” dihat naskirin, piştî roja 27ê Îlonê li Almanya li bajarê Bonê koça dawiyê kiribû, bi beşdariya kesayetiyên siyasî, rewşenbîr û cemawereke mezin li Bonê bi xakê hat spastin.

Xezal Yûsif ku Kurda Êzidî ya bajarê Efrînê ye, sala 1944an li gundê Basûtê yê yê Efrînê jidayik bûye û ji sala 1967an ve koçberî Almanya bûye.

Xezal Yûsif li Almanya demeke dirêj kar bo doza Kurdî di hemû waran de dikir û êş û azara Kurdan digihand raya giştî ya Almanya û cîhanê. Diya Kurdan yekem cajna Newrozê li Almanya lidar xist. Herwiha roleke wê ya diyar di pêwendiyên Almanya û Herêma Kurdistanê de hebû.  

Diya Kurdên Almanyayê endameke damezrêner a Rêxistina Gelên Bin Gefê de û Komela Xwendekarên Kurdistanê li Almanya bû.