Firokeyên Tirkiyê gundekî Amêdiyê bombebaran dikin
Firokeyên şer ên Tirkiyê îro bi tundî gundekî Kiristiyaniyan li navçeya Nehlê ya Amêdiyê bombebaran kir. Jêderekî
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên şer ên Tirkiyê îro bi tundî gundekî Kiristiyaniyan li navçeya Nehlê ya Amêdiyê bombebaran kir.
Jêderekî ji gundê Hêzankê ku gundekî Kirîstiyaniyan e ji K24ê re ragihand, îro firokeyên şer ên Tirkiyê pêgehên PKKê li nêzîkî gundê Hêzankê bombebaran kirin.
Wî jêderî ku nexwast navê wî bê aşkerekirin da zanîn, cihên hatine bombebarankirin, tên çend sed metroyan ji gundî dûr bûn û rûbereke fereh li derdora gund şewitî û tirseke mezin li nava gundiyan belav bû.
Got jî, ti ziyanên canî ji encama bombebaranê nebûn, lê şivanên li derdora gund bûn, keriyên li şûn xwe hîştin û reviyan û ta niha nayê zanîn gihîştiye pezê gund yan na.
Derbarê ziyanên PKKê jî got, ji ber bombebaranê û firîna firokeyan, ti zanyarî di wê derbarê de nîn in.
Di heyama 3 rojan de, ev cara duyemîn e firokeyên şer ên Tirkiyê wê navçeyê bombebaran dikin.
S. B